Sereke

Dengbêja amêrîkîye ermenî Şêr girêdayî şerê dijî Arsaxêra bangî Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî dike bo ku gava biavêjin /vîdêyo/

Steyrka sazbendîyê ya amêrîkîye ermenî Cêr /Şêrlîn Sargsyan/ bangî Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî kirîye ku girêdayî agrêsîya Adirbêcanêra, ya bi piştgirîya Tirkîyayêye dijî Komara Arsaxê û Ermenîsanê gava biavêjin.
“Nexweşîya koronavîrûsê, hilbijatin û pirsgirêkên mayîne girîng guhdarîya meriva ji êrîşa dijî binelîyên edile li Arsaxê dûr dixin.Adirbêcan bi alîkarîya Tirkîyayê êrîş birîye ser Ermenîstanê. Bi hesabhildana dîroka ermenîya û tirka û komkujîyê, dîyarkirina teribandinên mafên mêriv, wede ye sanksîya dijî van welata mîyaserkin”,- Şêr dibêje.
“Bi hewcetîyên li welatê me bona çi em, amêrîkî, pera dişînin rêjîmên avtorîtarra û sîliha difroşine wan.Hêrsketin jî bes nîne, gotin jî bes nîne.Berbirî wekîlên xwe bibin û dewê bikin ku gavên anegor biavêjin. Bêjine wana, ku gerekê niha terka wê yekê bidin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button