Sereke

Em bi kûrayî aciz bûne ku Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî nikaribû rola kardar bilîsta: kongrêsmênên ŞAY

Kongrêsmênên ŞAY, nava wanda Frênk Paloûn, Gûs Bîlîrakîs, Adam Şîf, Cêkî Spêyêr girêdayî qayîlnivîsara bona aşîtîya li Qerebagê, ev elametî belav kirine:
“Hemsedirên koma kongrêsêye pirsên ermenî, serxweşîyê didine cimeta Ermenîstanê û Arsaxê.Wana bi mêrxasî welatê xwe parast, bi şerkarîya dijî Adirbêcanê û piştgirîya Tirkîyayêye bi kirêkirîyên bîyanî, rastî êrîşên dirona hatin û li ber barbarîyên hêzên azêrîya teyax kirin. Em li rex Ermenîstanê û Arsaxê sekinîne û derheqa piştgirîya xweye hindava Ermenîstanêye dêmokratîk û mafê xweqirarbûna Arsaxê elam dikin.
Em bi kûrayî ji wê yekê aciz bûne, wekî ŞAY nikaribû rola kardar bilîsta, ku ev encamê tragîk tunebûna. Hema ji destpêka êrîşê me bangî admînîsrasîyayê kirîye ku hemû rêsûrsa bidine xebatê ku Tirkîyayê û Adirbêcanê li ber cabdarîyê bidine sekinandinê. Heger usabûya, emirê gelek meriva wê xilazbûya û mecalê hebûya paşda vegerîyana berbi hevraxeberdanên edil.Em şane, wekî zordarî sekinîye lê em hela hê nikarin bi hûrgilî derheqa qayîlnivîsara agirbestêda bizanibin, ku gavên peyîra wê çawabin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button