Sereke

Sênator Markî kirinên Êrdogane hindava şuxulkarîya koma Mînskê çawa gava pêkenînê hesab kirîye

Sênatorê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Markî derheqa kirinên Tirkîyayêye li Qafqasîya Başûr xeberdaye û gotîye wekî Êrdogan bi kirinên xweva qerfê xwe li şuxulkarîya koma Mînskê kirîye, ya ku pirsgirêka Qerebagêva mijûl dibe.
“Ev yek bona admînîstrasîya Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî tiştekî nebaşe, ya ku destûr da hevalê Trampê serok Êrdogan, ku ew li Qafqasîya Başûr erd dagir bike û qerfê xwe li koma Mînskê bike”,-sênatorê ŞAY Êd Markî gotîye.
Komîsîya data Ermenîye li ŞAY, şuxulkarîya ermenîyên Amêrîkayê pêşda kişandîye bo ku bighîjine sênatorê kongrêsê Êd Markî, ku bangî ŞAY-ê bikin ku tevî prosêsa koma Mînskê bibe, usa jî piştgirîyê bide naskirina serbestîya Arsaxê û agrêsîya Tirkîyayê û Adirbêcanê gunehkarke.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button