Sereke

Nêzîkî 3OO çekdarên kirêkirîye ji Sûrîyayê hatî hatine kuştinê, bi seda jî birîndar bûne

Çekdarên ku ji Sûrîyayê hatine Qerebagê ji wana nêzîkî 3OO çekdarî hatine kuştinê, yên ku ji alîyê Adirbêcanêda şer dikirin. Derheqa wê yekêda teşkîleta monîtorînga mafên mêrive li Sûrîyayê ragîhandîye.Hatîye dîyarkirinê, wekî ew çekdar li wan nehîyên Sûrîyayê hatine berevkirinê, yên ku bin kontrola Tirkîyayêdanin.Piştî îmzekirina elametîya Ermenîstanê, Rûsîyayê û Adirbêcanê, hukumata Tirkîyayê cîguhastina çekdaraye li Adirbêcanê daye sekinandinê. Anegorî hesabên teşkîletê, 293 çekdar li Qerebagê hatine kuştinê, 499 li Lîbîyayê, lê çend sed çekdar jî birîndar bûne, yan jî bê ser-berate unda bûne.Hatîye dîyarkirinê, wekî 258O çekdar şandine Adirbêcanê, ji kîjana 342 çekdar paşda vegeryane. Nêzîkî 18 hezar çekdar şandine Lîbîyayê, ji kîjana 11 hezar paşda vegerîyane.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button