Sereke

Pirsa statûsa Qerebagê gerekê bi cûrekî nû daynin nava hîmê hevraxeberdana:Paşînyan

Bona alîyê ermenîya pirsa statûsa Qerebagê gerekê bi cûrekî nû û bi girîngîya nû daynin nava hîmê şuxulkarîya hevraxeberdana. Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyan wextê weşana mêdîya sosîyalî gotîye.
“Em gerekê wê rojevê lê binihêrin û şirovekin, ya ku îro dora statûsa Qerebagêye û em gerekê guhdarîya mexsûs daynin li ser pirsa statûsa Qerebagê”,-Paşînyan gotîye û serda zêde kirîye, wekî pirsên hûmanîtarî, pêwendîya, transportê û yên mayîn jî gerekê bêne gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button