Sereke

Wezîreta Rûsîyayêye parastinê: Li Qerebagê, bi dirêjaya temamîya xeta pêşin, rêjîma agirbestê tê xweyîkirinê

Li Qerebagê rêjîma agirbestê tê xweyîkirinê. Derheqa wê yekêda wekîlê wezîreta Rûsîayêyî parastinê Îgor Konaşênkov, wextê brîfîngê gotîye. Bi gotina wî, bi dirêjaya xeta pêşine di navbera alîyada cîhwarkirina xalên aşîtîparêzên ruse dîtindarîyê êdî serhevda hatîye.Ew şev û roj monîtoringê debaz dikin.
Usa jî hatîye ragîhandinê, wekî ji 10-ê mijdarêda ji Rûsîayê êdî 140 firînên teyarên leşkerî hatine mîyaserkirinê, bi kîjana cîhguhastina aşîtîparêza û têknîka leşkerî hatîye kirinê.
Ji wezîreta Rûsîayêye parastinê elam kirine, wekî êdî 470 mihacir paşda vegerîyane Qerebagê. Bi gotina wekîlê wezîretê, ji 14-ê mijdarêda destpêkirî, bi tomerî hildayî, 725 meriv paşda vegerîyane malên xwe, yên ku rûyê opêrasyonên leşkerîda ji Qerebagê derketibûn.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button