Sereke

Hazirîya leşkerên tirkaye li Qerebagê provokasîya ye, û Êrdogan ew yek fem dikir: Pûtîn

Meriv dikare bi her cûreyî qîmet bide rola Tirkîyayêye nava pirsa Qerebagêda, lê gerekê Enqerê nava teribandina mafê navntewîda gunehkar nekin.Derheqa wê yekêda Vladîmîr Pûtîn wextê hevpeyvîna tevî kanala têlêvîzîyona “Rossîya 24-ê” gotîye.
“Hazirîya leşkerên tirkaye li ser xeta Qerebagê provokasîya ye, û Êrdoganê serok ew yek fem dikir”,- serokê Rûsîyayê gotîye.Ewî derheqa pirsa cîhwarkirina merkeza rûsa-tirkaye monîtorîngêda xeberdaye.
“Beku bi xwe dikare qirarke, ku gerekê merkeza monîtorîngêye tevayî, ya girêdayî halê Qerebagêra, li Adirbêcanê li kîderê bê cîhwarkirinê”,-Pûtîn gotîye. Bi gotina wî, bi tomerî hildayî Tirkîyayê tu cara veneşartîye ku Adirbêcanê diparêze, û ew yek encamê hilweşîna Yektîya Sovyêtêye gêopolîtîkîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button