Sereke

Li Qerebagê îdî 25 cîhên aşîtîparêzên rûs hatine cîhwarkirinê

Li Qerebagê, bona xweykirin û kontrolkirina rêjîma agirbestê, aşîtîparêzên rûs 25 cîhên dîtindarîyê cîhwar kirine. Çawa ku Armênprêssê ragîhandîye, nava elametîya wezîreta Rûsîyayêye parastinêda tê dîyarkirinê, wekî anegorî emirnivîsara serokê Rûsîyayêye dehê mijdara sala 2O2O-î, li Qerebagê cîhwarkirina teşkîla aşîtîparêzên rûs berdewam dibe.
Cîguhastina teşkîla aşîtîparêza, têknîka leşkerî û tiştên matêrîyalîye mayîn, bi teyarên avîyasîya Rûsîyayêye transporta leşkerîye ÎL -76, AN-124 berdewam dibe. Bi tomerî hildayî, ji dehê mijdarêda 162 firîn hatine mîyaserkirinê.Lê 15-ê mijdarê 22 firîn hatine mîyasekirinê”,-nava elametîyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button