Sereke

Tirkîya dixweze kirêkirîyên ji Sûrîyayê li wan nehîyên Arsaxê cîhwar bike, yên ku derbazî bin kontrola Bekûê bûne

Tirkîya dixweze kirêkirîyên ji Sûrîyayê li wan nehîyên Arsaxê cîhwarke, yên ku rûyê agrêsîya tirka-azêrîyada derbazî bin kontrola Bekûê bûne.Derheqa wê yekêda fêysbûkêda teşkîleta «Human Rights Organisation -Afrin -Syria»-ê rûpelê xweda nivîsîye.
“Teşkîleta Sûrîyayêye mafên mêriv daye zelalkirinê, wekî cesûsîya tirka pêşnîyarî komên “Sultan Mûrad”-ê û “Sulêyman Şah”-ê kirîye ku ew derbazî li wirbin û li wir bijîn”.
Serokê organîzeyê Ramî Ebdil Rehman wextê hepeyvîna bi têlêvîzîyonê gotîye wekî pêşnîyara tirka raberî çekdarên tirkmên kirine, çimkî Tirkîya dibêje wan ku koka wan diçe dighîje wan nehîyên “Qafqasîyayê”. Hejmara çekdarên ji Sûrîyayê, yên ku li Efrînê hatine berevkirinê û şandine Adirbêcanê gihîştîye 4OOO-î. Ew ji alîyê eskerê tirka û rezedilvanên tirkda tên kontrolkirinê wextê ku ew li Tirkîyayê tên berevkirinê û telîmkirinê”- nava elametîyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button