Sereke

Pûtîn gilî kirîye, ku çi cûreyî qaîlîya derheqa Qerebagêda hazir kirîye

Rûsîyayê tenê rola navçîgarîyê wextê îmzekirina qayîlîya derheqa Qerebagêda mîyaser kirîye û borcdarîyên alîyaye bona aşîtîyê hildane ser xwe. Derheqa wê yekêda serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn gotîye.
“Rûsîya tenê rola naçîgarîyê mîyaser dikir û anegorî wê dokûmêntê borcdarîyên alîyaye bona aşîtîyê hildide ser xwe.Wê yekê jî em niha dikin”,-Pûtîn wextê hevpeyvîna tevî têlêvîzîyona “Rossîya-1”-ê elam kirîye. Ewî daye dîyarkirinê, wekî xudanên wê qayîlîyê sê alî bûne: Rûsîya, Ermenîstan û Adirbêcan.
“Çi ku derheqa têksta dokûmêntêda ne, ez bêjim, wekî me bi sê alîyava hazir dikir, ez, serokê Adirbêcanê Îlham Elîêv û serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan. Cûrekî mayîn nedibû, çimkî ew pevketina di navbera herdu alîyada bû”,-serokê Rûsîyayê gotîye.
Pûtîn serda zêde kirîye, wekî qayîlkirina dokûmêntê bona hemû alîya “prosêsa dijwar bû”. “Ez mecbûr bûm rola navçîgarîyê hildim ser xwe, guhdarîya dewekarî û nerazîbûnên wan bikim. Bi gilîkî, eva xebata sêalî bû”,-serokê Rûsîyayê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button