Sereke

Raporta çara, ya derheqa barbarîyên leşkerên azêrîye hindava dîlên ermenî û usa jî cinyaza, ser hevda hat: parêzerê mafên mêriv

Raporta çara, ya derheqa barbarîyên leşkerên azêrîye hindava dîlên ermenî û usa jî cinyaza, ser hevda hat.Eva raporta çara ye ya girêdayî pirsên zêrandin û barbarîya ra. Derheqa wê yekêda parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv Arman Tatoyan elam kirîye.Ewî daye dîyarkirinê, wekî ew niha bona raporta pênca dixebitin.
Vê raportêda şedetîyên konkrêt hene, kîjanada hemû xirabkarîyên azêrîyaye wextê şêr hene.Ew hemû tişt tenê bona wê yekê hatine kirinê, wekî ew meriv bi êtnîkî ermenî ne. Arman Tatoyan usa jî daye dîyarkirinê,wekî li Adirbêcanê, bi dereca dewletê, sîyasîya dijî ermenîyaye wî cûreyî tê mîyaserkirinê. Raport îzbat dike, ku li Arsaxê bi mêtodên têrorîstî paqijkirinên êtnîkî û sîyasîya komkujî tê mîyaserkirinê.Hatîye gotinê, wekî raport bi temamî li ber organên navnetewî tê raberkirinê, usa jî li ber wan organên Ermenîstanê, şuxulkarîyên kîjanaye girîng wan pirsava girêdayî ne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button