Sereke

Li hukumatê çar cîhgirên serekwezîrên Ermenîstanê û Rûsîyayê rastî hevdu hatine

Cîhgirên serekwezîrê Ermenîstanê Mhêr Grîgoryan û Tîgran Avînyan endamên dêlêgasîya Rûsîyayêye hukumatê, cîhgirên serekwezîrê Rûsîyayê Alêksêy Ovêrçûk û Alêksêy Novak qebûl kirine. Tevî hevdîtinê bûye usa jî wezîrê Ermenîstanêyî serkarîkirina têrîtorîya Sûrên Papîkyn.Nava elametîyêda hatîye dîyarkirinê, wekî alîyê ermenî bona cedandinên hukumata Rûsîyayêye nava karê îzbatkirina agirbestê da, razalixî elam kirîye û usa jî razîbûna xwe girêdayî alîkarîya hûmanîtarîye li Arsaxê û rastkirina encamên krîzîsa li wir daye dîyarkirinê.
Alîya bi hûrgilî bernama kirinên bona dasekinandina jîyana li Arsaxê û çareserkirina paşdahatina mihacira gotûbêj kirine.
Cêrge pirsên govekên transportê, ênêrgêtîkayê û usa jî bîznêsê hatine gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button