Sereke

Byûlênt Arînç rûyê hevraqayîlnebûna tevî Êrdogan, ya girêdayî girtina Dêmîrtaş ra, ji qulixa xwe derketîye

Cîgirê serekwezîrê Trkîyayêyî berê Byûlênt Arînç rûyê qalme-qalma pêşdahatîda, ya tevî serokê Tirkîyayê Êrdogan, ji qulixa xwe derketîye.Ew qalme-qalm rûyê du girtîyên derecebilind da bûye.Çawa menîya wê yekê Arînç ew yek hesab kirîye, wekî xeberdan girêdayî bûye prosêsa rêforma mehkemê ra û ewî girtina Salhedîn Dêmîrtaş û Osman Kawal rexne kirîye. Sala par Arînç çawa endamê şêwira konsûltatîve Bilind, ya li rex serokê Tirkîyayê, hatibû kifşkirinê û ewî bi kanala têlêvîzîyonêye Haberturk -ê derheqa wê yekêda gotîye û bang kirîye ku kitêba Dêmîrtaşe bi sernavê “Dewran” bixwînin, ya ku serokê HDP-êyî berê hebsêda nivîsîye.” Her kes gerekê wê kitêbê bixwîne. Diqewime fikirên weye derheqa Dêmîrtaşda neyêne guhartinê, lê hûnê fem bikin ku kurd nava çi ra derbaz bûne.Fikirên weye derheqa kurdada wê bêne guhartinê”,-Arînç gotîye.Ewî daye dîyarkirinê wekî nava vê prosêsêda dikarin Dêmîrtaş jî aza berdin.Bi fikira Arînç, di navbera hukumata Tirkîyayê û PKK-da dikare prosêsa edil hebe. Axaftina wî usa jî derheqa Kawalda bûye.Bona van axaftinên xwe, Arînç ji alîyê partîya desthilat, usa jî partîya miletçîtîyê da hatîye rexnekirinê. Ev herdu partîya jî nava parlamêntêda yên piranî ne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button