Sereke

Êrdogan: li vî welatî pirsgirêka kurd tune

Serokê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogan elam kirîye,wekî li Tirkîyayê pirsgirêka kurd tune û ewî sedirê HDP-êyî berê, yê ku niha girtî ye, gunehkar kirîye û gotîye ku ew giva “têrorîst” e.
Bi axaftina li ber partîya xwe, Êrdogan gotîye, wekî giva destên Dêmîrtaş, yê ku ji çarê mijdara sala 2O16-da hebsêda ye, “nava xwînêda nin”.
Elametîya Êrdogan peyî wê yekê ra belav bûye,wextê ku Byûlênt Arînç, hîmdarekî AKP, yê ku nava salada qulixên serkarîkirinêye cuda-cuda da bûye, girtina Dêmîrtaş û bîznêsmênê eyan û mfparêz Osman Kawal, rexne kirîye.
“Dêmîrtaş dikare bê azaberdanê.Osman Kawal jî gerekê bê azakirinê”,-Arînç 19-ê mijdarê gotîye û serda zêde krîye, wekî qirara dawî gerekê usa nîbe, û bangî hakima kirîye ku qirara derheqa girtinêda nedin, heger ew bûyar tiştekî cuda ye.
Gotina Aarînç rêaksîya sert ji alîyê Êrdoganda pêşda anî, rûyê çida Arînç 24-ê mijdarê ji qulixê dûr ket.Wextê axaftina li ber partîya xwe, Êrdogan rexnekirina Arînç berdewam kir bona wê yekê,wekî ewî bangî meriva kirîye ku kitêba Dêmîrtaşe bi sernavê “Dewran” bixwînin.
“Ez rûyê wê yekêda xeyîdîm, wekî ewî bangî hemûya kirîye ku kitêba ji alîyê têrorîstda nivîsar bixwînin”,- Êrdogan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button