Sereke

Parlamênta Bêlçîkayê wê pirsa pêwandîyên dîplomatîye tevî Arsaxê gotûbêj bike

Parlamênta Bêlçîkayê wê pirsa îzbatkirina heleqetîyên dîplomatîye tevî Arsaxê gotûbêj bike, ya ku ji alîyê Pêtêr Dê Rovêrda hatîye raberkirinê û wê 3O-ê mijdarê li komîsîya parlamêntêye pêwandîyên der bê gotûbêjkirinê.
Anegorî projeyê, bangî hukumata Bêlçîkayê tê kirinê ku pêwandîyên dostîyê tevî Qerebagê îzbat bikin û bi nîşandayîna sidqê qenc, heleqetîyên dîplomatî tevî Arsaxê bêne îzbatkirinê. Projeyêda usa jî bang tê kirinê, ku heger tabîya normal ji alîyê serokatîya Arsaxêda bê kifşê, li Bêlçîkayê wekîltîya Arsaxêye dîplomatî wê bê hîmdanînê. Ew gerekê statûsa dîplomatî bistîne. Pêşda jî parlamêntvanên Bêlçîkayê îdî du rêzolyûsîya bona piştgirîya binelîyên Arsaxêye zyanêketî hazir kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button