Sereke

Adirbêcan têra dibîne meşa serkeftinê teşkîl bike û dîlên ermenîye leşkerî bi meşê meydanêra bide derbazkirinê

Serokê frakîsya parlamênta Ermenîstanêye “Ermenîstana ronahî”, cîgirê sedirê komîsîya parlamênta Avropayêye mafên mêriv û pirsên hiqûqî Êdmon Marûkyan weşana fêysbûkêda derheqa meşa ku li Adirbêcanê têra dibînin, gotîye.Bi gotina Marûkyan, wextê meşê Adirbêcan têra dibîne têknîka Ermenîstanêye leşkerîye ku ketîye destên wan û usa jî dîlên ermenîye leşkerî, bi meşê, nava meydanê ra bide derbazkirinê.
“Piştî şerê hemcîhanêyî duem, anegorî konvêsîyayên Jinêvê, ew yek hatîye qedexekirinê.Girêdayî vê yekê ra, berbirî katibê Organîzeya Netewên Yekbûyî, katibê şêwira Avropayê, sedirê civîna şêwira Avropayêye parlamêntîyê bûne. Ew jî sirîya xweda berbirî Adirbêcanê bûne, bo ku ew yek neyê kirinê”,-Marûkyan gotîye û bi hêvîdarî daye dîyarkirinê,wekî Adirbêcanê dîlên ermenî bona armancên xwe nede xebatê.
Girêdayî pirsa pevguhartina dîla ra, Marûkyan usa jî berbirî serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn bûye, çawa xweykirina garantîya qedandina qewilên elametîya sêalî, bona ku gavên lez bêne avîtinê, bona helkirina wê pirsê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button