Sereke

Çekdarên tirkaye kirêkirî li Şeravê xirabkarî mîyaser kirine

Berdevkê teşkîleta mafparêze “Efrîn-Sûrîya”-ê gotîye,wekî çekdarên kirêkrî, yên ku xortek û merivekî yaşê xwe da mezin li nehîya Şeravê kuştine,teşkîleta Tirkîyayêye cesûsîyêye miletîyê va girêdayî ne.Ewî daye dîyarkirinê,wekî kuştina wan meriva bi zanebûn hatîye kirinê.Çekdara li gundê Efrînêyî Kîmarê xortekî 14 salî û merivekî 7O salî kuştine. Pêşda agir kirine û nigê xortê 14 salî birîndar kirine.Paşê wana ew xort hildane û birine alîyekî neeyan.Piştî wê yekê eyan bûye,wekî 4O gule berdane li ser wî xortî.Xêncî wê yekê, ji gundê Kîmarê binelîyê gund Ebdule Rehman Xemo revandine û paşê kuştine.Wekîlê teşkîleta “Efrîn- Sûrîya”-ê Îbrahîm Şêxo gotîye,wekî ev yek ji alîyê koma “Hemeztê”-da hatîye mîyaserkirinê û ev kom jî cesûsîya Tirkîyayêye miletîyê va girêdayî ye. Li vî gundî baza eskerê Tirkîyayê ye û merkeza cesûsîya wan e,- Îbrahîm Şêxo gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button