Sereke

Hêzên Sûrîya Dêmokratîk derheqa zêdebûna êrîşên tirkaye li ser Girê Sipî û Ayn Îsayê daye dîyarkirinê

Qulixdarîya prêssayê, ya hêzên Sûrîya Dêmokratîk înformasîya derheqa wê yekêda belav kirîye,wekî agrêsîya tirkaye dijî bakûrê Sûrîyayê zêde bûye.Hatîye ragîhandinê,wekî eskerê tirka, bi piştgirîya kirêkirîyên xwe, agirbarandinên berbi Ayn Îsayê û Girê Sipî zêde kirine.
“Merkeza Ayn Îsayê û têrîtorîyayên nêzîkî wê, nava van hersê rojên dawîda ketine bin agirbarandinên qewîn.Hîmlî malên binelîyên edil dixin. Duh şebeqê du zarok rûyê wê yekêda birîndar bûne”,- nava elametîyêda hatîye gotinê. Mobîlîzasîya kirêkirîyaye li gundê Al Malîkayê berdewam dibe.Usa jî hatîye ragîhandinê,wekî çekdarên kirêkirî hazir dibin êrîşê berbi rêya navnetewîye M4 destpêkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button