Sereke

Kincên Arsaxê keça ermenî ra açixî anîne

Yêranûhî Mêlîkyan, wextê lehca bedewetîêye “Mîss Welat”, nava êtapa “Kincên miletîyê” da, ser ketîye. Derheqa wê yekêda merkeza çandêye “Têryan”-ê fêysbûkêda nivîsîye. Em bêjin wekî ji 21-ê mijdarê hetanî 29-a, li Fîlîpîna, ew lehca bedewetîyê derbaz bûye û rûyê koronavîrûsêda ew bi rêjîma onlayn hatîye derbazkirinê.Lehca bedewetîyêye “Mîss Welat” bin bandora Organîzeya Netewên Yekbûyîda tê derbazkirinê. Yêranûhî Mêlîkyanê gotîye,wekî kincên Arsaxê êşa welatê wê û firnaxbûnê dîyar dikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button