Sereke

Pompêo:Tirkîya yekîtîya NATO-ê xirab dike

Katibê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîyî dewletê Mayk Pompêo Tirkîya nava xirabkirina yekîtîya NATO-ê û prînsîbên organîzeyêda gunehkar kirîye.Derheqa wê yekêda, rojnama yûnanîye “Kathimerini”-ê nivîsîye.Rojnamê xeberên Pompêo anîne ber çeva, yê ku wextê pira têlêvîzîyonê, ya wezîrên karên der, gotîye.Pompêo şuxulkarîya Tirkîyayêye li Lîbîyayê, Sûrîyayê, Qerebagê û Behra Sipî çawa ya provokasîyon nav kirîye.Ewî usa jî derheqa ji alîyê Tirkîyayêda kirîna sîstêma Rûsîyayêye eksîrokêtîyêye S-4OO da bîr anîye û gotîye,wekî ev yek ji alîyê Moskvayêda “pêşkêş” e.
Van mehên dawî hêzên tirkaye sîlihkirî êrîş dijî kurdên Sûrîyayê destpê kirine, dijî hêzên bi piştgirîya Yektîya Mîrtîyaye li Lîbîyayê derketîye, piştgirîya Adirbêcanê kirîye ku li Qerebagê opêrasîyona derbaz bikin û li Behra Sipî jî dijî Yûnanistanê derketîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button