Sereke

Babacan bersiva van xeberên Êrdogan daye: pirsgirêka kurd tune: em gerekê wê yekê ji welatîyên kurd bipirsin

Lîdêrê partîya pêşkeftinê û dêmokrasîyayê (DEVA) Elî Babacan bersiva wan gotinên serokê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogan daye, bi kîjanê Êrdogan gotibû, wekî “li vî welatî pirsgirêka kurd tune”. Babacan gotîye: “Em gerekê derheqa wê yekêda ji welatîyên xweye kurd bipirsin.Qîmetkirina hukumatêye yekalî pirsgirêkê hel nake”.Derheqa wê yekêda Elî Babacan wextê dayîna bersiva miqaledarê Kurdistan 24-ê gotîye.Ew yek wextê prêss-konfêransê bûye. “Heger em dixwezin bersiva wê pirsê bibînin, em gerekê derheqa wê yekêda ji welatîyên xweye kurd bipirsin. Qîmetkirina hukumatêye yekalî pirsgirêkê hel nake.Belê, wedekî usa hebû, dema ku Tirkîyayê gavên girîng bona helkirina pirsgirêkê avîtin, lê niha ew pirsgirêk careke mayîn pêşda hatîye. Li cem welatîyên me pirsgirêkên mezin, yên maf û azaya wan, hene. Bona wê yekê niha tu tişt nayê kirinê.Wextê ku meriva hildidine li ser xebatê, firqîke mezin diatînin di navbera welatîya da, yan jî nahêlin ew nava qulixêda pêşda herin”.Ewî ew pirs wekilandîye û gotîye, wekî wê pirsê gerekê bidine kurda û teşkîletên nehukumatî. “Ew gerekê ji welatîyên kurd û teşkîletên nehukumatî bipirsin, yên ku vê pirsê lêkolîn dikin. Li Tirkîyayê înstîtûtên mafên mêrive baş hene.Navnîşa Tirkîyayêye cêrge îşa nava goveka mafên mêrivda heye, bi taybetî li mehkema Avropayêye mafên mêriv. Li mehkema Avropayêye mafên mêriv 256 qirar hene, anegorî kîjana mafên mêriv hatine teribandinê. Bêguman,wextê ku hûn derheqa vê hukumatêda dibêjin, em nêzîkbûna wêye dijminatîyê carekêra dibînin”,- Babacan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button