Sereke

Koma aşîtîparêzên rûsaye li Qerebagê li herêmê garanta aşîtîyê û bêqezîyabûnê ye: Paşînyan

Serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan tevî civîna onlayn, ya şêwira Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv bûye. Derheqa wê yekêda ji admînîstrasîya serekwezîr ragîhandine.
Tevî wê civînê bûne usa jî serokê Fêdêrasîya Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn, serokê Bêlarûsê Alêksandr Lûkaşênko, serokê Tacîkistanê Êmomalî Rahmon, serokê Qazaxstanê Qasim Tokayêv, borcbirê serokê Qirqizstanê Talant Mamîtov û katibê organîzeyêyî sereke Stanîslav Zas.
Paşînyanê serekwezîr bi axaftin pêşda hatîye, wextê kîjanê derheqa halê li Qerebagêyî rûyê agrêsîya Adirbêcanê pêşdahatîda xeberdaye. Serekwezîr bi taybetî daye dîyarkirinê:
“Bona cimeta ermenî herdu mehên dawî bûne wedê berxudana li ber agrêsîyayê.Adirbêcanê, bi piştgirîya Tirkîyayê û kirêkirîyên ji Rohilata Navîn berevkirî, dijî cimeta ermenî şer destpê kir. Çawa ku weva eyan e, bi saya cedandinên Rûsîyayêye navçîgarîyê, opêrasîyonên leşkerî hatine sekinandinê û pevketin hate destanînê, ku halê sert bidine milahîmkirinê.Eva îdî serê sê hevtîya ye, ku opêrasîyonên leşkerî ser hevda hatine. Li zona dew-dozê aşîtîparêzên rûs cîhwarkirîne, yên ku garanta aşîtîya li rêgîyonê û bêqezîyabûnê ne. Feqet, îro jî cêrge pirsên lez hene.
Berî her tiştî ew pevguhartina dîla û cinyaza ye, usa jî zelalkirina yazîya merivên bê ser-berate undabûyî ye.Ew pirs nikarin bên paşdaêixstinê. Alîyê ermenî hazir e şuxulkarîyên xwe bide lezêxistinê.Bi wê yekêva tevayî, pêwîst e îzina wan bûyara nedin, wextê kîjana dîlên leşkerî û usa jî merivên sîvîle ku li Adirbêcanê tên xweykirinê rastî zordarîya tên û tên nuxsankirinê.
Ya duem sazkirina qewilên bona paşdahatina mihacira ye, bo dasekinandina jîyana edile li Qerebagê. Meriv gerekê hêvîdar bin, wekî ewê nava bêqezîyabûnêda bin û wê bikaribin li ser axa xwe bijîn. Çend deh hezar arsaxî îdî vegerîyane malên xwe û em dicedînin alîkarîyê bidine welatîyên xwe.
Xêncî wê yekê, pêwîst e mecala bidine xebatê, bo ku li wan nehîyên bin kontrola azêrîyada heykelên cimeta ermenîye çandî û ruhanî bên parastinê,
Usa jî girîng e şuxulkarîya transportêye bêqezîya bidine çareserkirinê. Pêwîst e îzina provokasîya nedin û qewilên normal bona jîyana cimeta Arsaxê sazkin. Ev hemû tiştên ku min raber kirin, nava wanda usa jî vekirina tevgirêdanên êkonomîkî û transportê, bona sazkirina hîmê aşîtîya qewîn û dirêj pêwîst in”.Wextê civînê usa jî pirsên derheqa hevkarîya tifaqdarîyê, bilindkirina kardarîya cêrge pirsa hatine gotûbêjkirinê.Fikir dora pirsên bêqezîyabûna herêmî û navnetewî hatine pevguhartinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button