Sereke

Ew gotinên Adrbêcanêye derheqa wê yekêda ku pirsgirêka Qerebagê hatîye helkirinê, gotinên bêbingeh in

Bi fikira wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ara Ayvazyan, ew gotinên Adrbêcanêye derheqa wê yekêda ku pirsgirêka Qerebagê hatîye helkirinê, gotinên bêbingeh in. Derheqa wê yekêda, wezîr wextê qisa tevî Armênprêsê gotîye.
“Tiştekî usa tê ber çeva, wekî serokê Adrbêcanê bi wan elametîya va pêşda tê û ew dokûmênta, ku ewî jî îmzê xwe dianîye ser, ji alîyê wî da nayê femkirinê. Anegorî wê dokûmênta sêalî, çawa ku serokê Rûsîayê gotîye, pirsa statûsa Arsaxêye dawî hê helkirî nîne û ewê nava hevraxeberdanada bê gotûbêjkirinê. Hemsedirên koma Mînskê jî li ser wê fikirê ne”,-Ayvazyan gotîye.
Bi gotina wî, pirsgirêka Qerebagê wê tenê wî çaxî bê hesabê ku helkirî ye, wextê ku ji alîyê cimeta Arsaxêda mafê wêyî xweqirarbûnê mîyaserkirî be û ew ji alîyê civaka navnetewîda naskirî be. Wezîr dide bawarkirinê, wekî pêwandîyên li ser dereca navnetewîye cuda-cuda şedetîya wê femdarîyê didin, wekî Arsax nikare bi statûsekê bin kontrola Adrbêcanêda be, û mînanî hemû cimetên cîhanê usa jî hemû mafên ermenîyên Arsaxê hene.
Ayvazyan gotîye, wekî elametîya sêalî bona îzbatkirina aşîtîya li zona dew-dozê û cîhwarkirina aşîtîparêza ye.
“Çawa ku me gelek cara daye dîyarkirinê, pirsên çareserkirina berjewandî û mafên arsaxîya gerekê li ser rasta dîplomatî bên helkirinê, nava doranên hemsedirtîya koma Mînskê da. Pirsa meye sereke ew e, ku em gotûbêjkirina paşda vegerînine deşta dîplomatî”,- wezîrê karên der gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button