Sereke

Organîzeya Hevkarî û Bêqezîyabûna Avropayê berbirî hemû kirêkirîya dibe ku lez ji herêma Qerebagê dûrbikevin

Hemû kirêkirîyên bîyanî gerekê ji herêma Qerebagê lez derbikevin.Derheqa wê yekêda, nava elametîya serokên dêlêgasîyayên Rûsîyayê, Fransîyayê û Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Sêrgêy Lavrov, Jan Îv Li Dryan û Stîvên Bîgane li civîna oargînzeyê hatîye gotinê. Hemsedir cedandinên Rûsîyayêye bona sekinandina opêrasîyonên leşkerî girîng hesab dikin.Serokên dêlêgasîya careke mayîn derheqa qedirgirtina mafê hûmanîtarîyî navnetewîda tînin bîra Ermenîstanê û Adirbêcanê, lê ew yek jî dide kifşê, ku çiqasî zû dikarin pevguhartina cinyaza û dîla mîyaserkin.Ew derheqa girîngîya paşdahatina mihacirada, derheqa garantîyayên wane bêqezîyabûnêda didine kifşê. Usa jî derheqa girîngîya parastina mîrasa dîrokî û çandîye li Qerebagê hatîye dîyarkirinê.Hemsedir careke mayîn didine kifşê,wekî dew-doz gerekê bêyî qewatê bê helkirinê.Rojên şêre ewlin eyan bû,wekî Tirkîyayê ji Sûrîyayê çekdarên kirêkirî birine Adirbêcanê, bo ku dijî Arsaxê û Ermenîstanê wana bide xebatê.Wextê şêr alîyê ermenî ra li hev hatîye du kirêkirîyên ji Sûrîyayê dîl hilde.Çekdarên dîlketî derheqa xwe û berevkirina çekdarada şedetî dane.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button