Sereke

Ji erdheja Spîtakêye wêrankir 32 sal derbaz bûne

32 sal pêşda, li Ermenîstanê erdheja Spîtakêye wêrankir qewimî. Sala 1988-a, hema vê rojê, bi wedê Yêrêvanê seheta 11:45 , li nehîya Ermenîstanêye bakûr-rojavayê erdheja bi qewata deh bala qewimî, rûyê çida ji 25 hezara zêdetir meriv hatine kuştinê, 19 hezar meriv seqet bûn, 53O-î hezar welatî bê mal man. Hinek bajar û gund wêran bûn.

Gelek fabrîke û avahîyên senayê hedimîn. Wî çaxî ziyana êkonomîka Ermenîstanê ji 13 mîlîyard rûblîya zêdetir bû. Nava wan rojên giranda, ji 113 welata zêdetir û 7 teşkîletên navnetewî destê alîkarîyê dirêjî Ermenîstanê kirin. Bi seda xilazkir û doxtir hatine Ermenîstanê. Hemû komarên Sovyêta berê destpê kirin dû-dermana, dem û dezgehên doxtirîyê, têknîka avahîçêkirinê, çadir û xurek cîguhastî Ermenîstanê bikin.

Gelek welata nava salên mayînda piştgirî berdewam kirin. Merivên ji Îtalîyayê hatî li Spîtakê meheleke jîyînê çê kirin. Norvêcîya jî xistexweneke modêrn çê kir. Avstrîyayê jî mehelek çê kirîye. Li Gumirîyê mekteba înglîza çêkirî hate teslîmkirinê, tevî vekirina kîjanê bû serekezîra Brîtanîyayê Margarêt Têtçêr.

Girêdayî 32 salîya erdheja wêrankir ra, serokatîya welêt li bajarên Spîtakê û Gumirîyê qesidîye û qedirê bîranîna cangorîya girtîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button