Sereke

Opozîsîyayê wedê dawî raberî serekwezîr kirîye

“Heja xilazkirina welêt” heya 8-ê kanûnê wede raberî serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan kirîye, bo ku ew ji qulixa xwe dûrbikeve. Derheqa wê yekêda, wextê berevbûna li nêzîkî mala hukumatê, wekîlê organa partîya Ermenîstanêye Daşnaksûtyûnêye tewrebilind Îşxan Sagatêlyan gotîye.
“Em heya sêşemê, seheta 12-a, wede didin ku Nîkol Paşînyan tevî koma xweye sîyasî û şêwirmendên xwe qirarê qebûl bike û ji qulixa xwe dûrbikeve”,-Sagatêlyan gotîye.
Bi gotina Sagatêlyan,heger heya wî çaxî dûr nekeve, li temamîya Ermenîstanê wê aksîyayên şikyatkirinê bên derbazkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button