Sereke

Elametîya sêalî helkirina pirsê nîne:parlamênta Ermenîstanê wê neqayîlîya xwe hindava dokûmêntê bide kifşê

Elametîya sêalîye nehê mijdarêye li Moskvayê îmzekirî, dokmênta kapîtûlasîyayê nîne.Derheqa wê yekêda, endamê fraksîya parlamênta Ermenîstanêye “Gava min”, serokê komîsîya pêwandîyên der Hohannês Îgîtyan gotîye.
“Kî ku wê elametîyê çawa kapîtûlasîya qebûl dike, usa ye ew usa jî wan bêterbyetîyara qayîl in, yên ku li ser hidûd diqewimin. Kapîtûlasîya dide kifşê, ku tu sînorên xwe û îmûnîtêta xwe didî dijmin. Gelo em wê yekêra qayîl in? Bêguman na”,-ewî gotîye.
Îgîtyan usa jî daye dîyarkirinê,wekî ew wê yekêra qayîl nîne ku elametîya sêalî helkirina pirsgirêkê ye û niha wî alîda dixebitin, bona ku ew yek nebe beşeke konsêpta hevraxeberdanên koma Mînskê.Îgîtyan daye dîyarkirinê, wekî parlamênt gerekê elam bike û neqayîlîya xwe bide kifşê, ku ew nebe beşeke helkirina pirsgirêkê.Ewî serda zêde kirîye,wekî gerekê bicêribînin usa bikin ku ew elametî çawa qewilê agirbestêye borcdarkirî bê qebûlkirinê. Nava encamê elametîyêda, agirbest îzbat bû, lê hindava ermenîyên Arsaxê neheqîtî hate mîyaserkirinê.Îgîtyan bîr anî,wekî nava têksta elametîyêda derheqa paşdahatina mihacirada hatîye dîyakirinê û pirs da ku ew yek hadrûtîya, binelîyên Şûşîyê va girêdayî nîne? Bi gotina Îgîtyan her dokûmênteke wextê opêrasîyonên şêr îmzekirî nikare bibe peyman, çimkî berî her tiştî gerekê şer bisekine û paşê hevraxeberdan destpê bibin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button