Sereke

Papê Romayê Fransîskos wê meha adarêda here Hewlêrê

Ji pênca heya heyştê adara sala 2O21-ê, Papê Romayê Fransîskosê here Îraqê. Derheqa wê yekêda wezîreta Îraqêye karên der elam kirîye.
“Seredana Papê Romayêye li Îraqê, Mêzapotamîyayê, li welatê şandîya û pêxembera, bûyara dîrokî ye û ew yek tê hesabê çawa piştgirîya hindava îraqîya da”,- nava elametîya wezîretêda hatîye gotinê.Wezîretê elam kirîye,wekî seredana Papê Romayêye li Îraqê wê bibe çawa berbirîbûna bona aşîtîyê, hevhizkirinê û yektîya nava şerkarîya dijî êkstrêmîzmêye li Îraqê û li temamîya herêmê. Wextê seredana li Îraqê, Papê Romayê wê li Begdayê, Hewlêrê û Mûsilê biqeside.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button