Sereke

Tirkîya gerekê hêzên xweye sîlihkirî ji Qerebagê û Qafqasîya başûr derxe:Ara Ayvazyan

Tirkîya gerekê leşkerên xwe û çekdarên xwe va girêdayî ji Qerebagê bide derxistinê.Derheqa wê yekêda,wextê prêss-konfêransa tevî wezîrê Rûsîyayêyî karên der,wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ara Ayvazyan gotîye.
“Tirkîya çawa înîsîyatora agrêsîya azêrîyaye dijî cimeta Arsaxê, îro dîsa sîyasîya xirabkirinê li herêmê berdewam dike.Ew yek civaka navnetewî borcdar dike ku hemû derfeta bidine xebatê, bona ku Tirkîyayê mecbûr bikin ku ew ji kirinên xwe paşda bisekine, yên ku dikarin hal diha gelekî sert bikin.Tirkîya gerekê hêzên xweye sîlihkirî û komên têrorîstaye xwe va girêdayî ji zona dew-doza Qerebagê û ji Qafqasîya başûr derxe. Heya niha nîşanên derheqa derxistina têrorîstaye ji herêmê tunene û tê kifşê, wekî Adirbêcan program dike cêografîya têrorîsta û kirêkirîya bide berfirehkirinê û li wan nehîyên Arsaxêye okûpasîyakirî wana bide cîhwarkirinê”,-Ayvazyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button