Sereke

Ara Ayvazyan wextê prêss-konfêransa tevî Lê Dryan derheqa dîla û dêrada xeberdaye

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ara Ayvazyan wextê prêss-konfêransa tevî wezîrê Fransîyayêyî karên der Jan Îv Li Dryan derheqa dîla û nimûnên çandîda xeberdaye.
Wezîr bi cûrê berk derheqa nêzîkbûnên leşkerên Adirbêcanêye hindava dîlên ermenîye leşkerî gunehkar kirîye.
“Ew ji alîyê serokatîya Adirbêcanêda ne tenê nayêne gunehkarkirinê, lê layîqî piştgirîya civakî dibin”,-Ayvazyan gotîye.
Ayvazyan usa jî derheqa heykelên çandîda daye dîyarkirinê, yên ku ji alîyê Adirbêcanêda tên hedefkirinê.
Em bîr bînin,wekî wezîrê Ermenîstanêyî tezekifşkirî seredana xweye ewline ji welêt der berbi Moskvayê mîyaser kir, li kîderê tevî wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov hevraxeberdan derbaz kirin. 8-ê kanûnê, Ara Ayvazyan bi seredana xebatêye durojêva çûye Fransîyayê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button