Sereke

ŞAY ji rola Tirkîyayêye nava şerê Qerebagêda nerihet e

Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî girêdyî wê rola Tirkîyayê ra nerihet e, ya ku ewê nava opêrasîyonên leşkerîye li Qerebagê lîstîye. Derheqa wê yekêda alîkarê katibê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyîyî alîyê pirsên Avropayê û Avrasîyayê Fîlîp Rîkêr elam kirîye.
“Girêdayî rola Tirkîyayê ra, gelek pirsên me hene.Em gelekî xemgîn in girêdayî wan pirsa ra, ku çawa cîguhastina teyara, dayîna sîliha hatine mîyaserkirinê. Ew pirs me xemgîn dikin û ew dimînin çawa beşeke dîyaloga meye tevî Tirkîyayê û Rûsîyayê”,-ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button