Sereke

Mesrûr Barzanî: înîsîyatorên protêstokirina hêzên ji dervane

Serekwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî prêss-konfêrans derbaz kirîye, wextê kîjanê derheqa halê li Kurdistanê hatîye raberkirinê, derheqa hevraqaîlnebûnên tevî Begdayê, dijwarîyên fînansî û protêstokirinên li Silêmanîyê, hatîye dîyarkirinê. Mesrûr Barzanî careke mayîn gotîye,wekî ew piştgirîya protêstokirinên edil dikin, çimkî meriv rûyê sîyasîya Begdayêye fînansîda ketine nava dijwarîya. Bi wê yekêva tevayî, ewî bang kirîye ku ji zordarîyê û xirabkirina sîstêmên dewletê, usa jî şexsî dûr bimînin. Serekwezîr gotîye,wekî hukumata herêmê dixweze ku meriv nava dîyarkirina fikirên xweda azadbin, bi kîjana ew zyanê nadine azadî û mafên merivên başqe.Wextê axaftina xwe, lîdêrê kurd daye dîyarkirinê,wekî zordarîyên mîyaserkirî ji alîyê hêzên ji der hatine teşkîlkirinê, bona ku zyanê bidine Herêma Kurdistanê.Ewî gotîye wekî nava protêstokirada welatîyên Sûrîyayê û yên mayîne ji Kurdistanê der, hebûne. Mesrûr Barzanî pêşda nava elametîya xweda eşaretî dabû,wekî hinek meriv dixwezin halê pêşdahatî bona armancên xwe bidine xebatê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button