Sereke

Êrdogan elam kirîye,wekî Dêmîrtaş ji “rêforma” mehkemê nikare karê bistîne

Şuxulkarê sîyasî Salhedîn Dêmîrtaş, yê ku hebsêda ye, nikare ji wa gotî “rêforma” Tirkîyayêye mehkemê karê bistîne.Derheqa wê yekêda serokê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogan gotîye.
“Îzina me tune ku em tevî sîstêma mehkemê bibin, lê bila hemû kes bizanibe, ku em hazir nabin mafê têrorîsta biparêzin, bi taybetî yê usa, çawa ku Salhedîn Dêmîrtaş e”,-Êrdogan gotîye rojnamevana. Êrdogan dibêje wekî Dêmîrtaş girêdayî wefatbûna cêrge merivara gunehkar e.Ew dibêje,wekî Dêmîrtaş û partîya wî giva piştgirîya protêstokirinên sala 2O14-a kirine,wextê ku bajarê kurdayî Kobanê li bakûrê Sûrîyayê ji alîyê DAÎŞ-da hatibû dorgirtinê û wextê wan protêstokirina hêzên dewletê cimetê xistine.Nenihêrî wan bangên tifaqdarên Êrdogan û usa jî teşkîletên navnetewîye mafparêz, serokatîya tirka naxweze lîdêrê kurd aza berde.Byûlênt Arînc, spîkêrê parlamêntêyî berê û cîgirê serekwezîre berê ji qulixa xwe dûrket,wextê ku Êrdogan bangên wîye bona azakirina Dêmîrtaş rexne kirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button