Ji nava agirbarandinê kuştî û birîndar der anîne:eskerê parastinê mêrxasên nû raber kirine
Eskerê parastinê mêrxasên nû raber kirine.Sêrjant Vahê Yêzîkyan li alîyê başûr, tevî koma xwe, hêzên dijmin paşda dane û zyana mezin gîhandine dijmin.
“Lêytênant Vardgês Mînasyan bi profêsîyonalî fermandarîya komê kirîye û gelek dijmin tune kirine.Sêrjant Hakob Abrahamyan ji bilindayên stratêcî tevî şêr bûye û ji bin agirbarandinê kuştî û birîndar derxistine”,-nava elametîyêda hatîye gotinê.Hayk Abêlyan nava halê giranda fermandarî hildaye ser xwe û hêzên dijmin paşda avîtine.Li ser tabîke başqe,wextê paşdadayîna êrîşên dijmin, bona parastina bilindayên girîng, cêrge mêrxasên mayîn berbiçev bûne, yên ku zyaneke mezin gîhandine dijmin:mayor Vîktor Papoyan, kapîtan Styopa Avagyan, kapîtan Tîgran Vanyan, lêytênant Babkên Mxoyan, kapîtan Aspêt Hakobyan û leşker Grîgorî Pêtrosyan.
Wextê tunekirina hêzên dijmine êrîşkir, gelek artîlêrîst jî berbiçev bûne:mayor Davît Mkirtûmyan, mayor Gêvorg Sîmonyan, lêytênant Armên Harûtyûnyan, kapîtan Narêk Hovsêpyan, lêytênant Grîgor Karapêtyan, sêrjant Norayr Hayrapêtyan, sêrjant Mûrad Agayan, leşker Davît Davtyan.