Sereke

Manê Gêvorgyanê derheqa elametîyên Elîêv û Êrdoganda daye dîyarkirinê

Berdevka serekwezîrê Ermenîstanê Manê Gêvorgyanê derheqa elametîyên serokê Adirbêcanê Îlham Elîêv û serokê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogane li Bekûyê daye dîyarkirinê.Wextê hevpeyvîna tevî Armênprêssê, Manê Gêvorgyanê bi taybetî daye dîyarkirinê:
“Em, elametîyên serokê Adirbêcanêye provokasîyone li Bekûyê belavkirî, berk gunehkar dikin.Gotinên derheqa axa Ermenîstanêda hazirîya Adirbêcanêye nava pirsa îzbatbûna aşîtîyêda dikine bin şikberîyê û ew yek bona teribandina aşîtî û bêqezîyabûna herêmê ye.
Ew gotinên serokê Adirbêcanê wekî Adirbêcanê bi rêya leşkerî pirsa Qerebagê hel kirîye, careke mayîn didine kifşê ku înîsîyatorê şêr û xebitandina qewatê kî ye û kî dicêribîne herêmê tevlîhev bike.Hema ev elametîyên wedê niha ne, yên bona naskirina mafê xweqirarbûna arsaxîya,çawa mecala sekinandina xwestinên Adirbêcanêye komkujî, yên hindava ermenîyên Arsaxê.Ev elametî dijî elametîya nehê mijdarêye sêalî ye.Axaftina ji tabîyên gefxwerina ya gunehkarkirinê ye û ew yek nikare qewînbûna wededirêj bîne Qafqasîya Başûr.Gotnên derheqa pesindayîna arxîtêktorên komkujîya Ermenî, yên ji alîyê serokê Tirkîyayêda belavkirî, yên gunehkarkirinê ne.
Wextê meşa leşkerîye li Bekûyê, Elîêv Yêrêvan,Sêvan û Zangêzûr çawa “axa Adirbêcanê” nav kirîye, lê Êrdogan jî gotîye,wekî “Ev roja ronahîkirina ruhê Ênvêr Paşa, Nûrî Paşa û leşkerên eskerê Qafqasîyayêye îslamî ye”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button