Sereke
Cîgirê serekwezîrê Ermenîstanê û bayloza Yekîtîya Avropayê pirsên derheqa halê li Arsaxê gotûbêj kirine
Cîgirê serekwezîrê Ermenîstanê Tîgran Avînyan bayloza Yekîtîya Avropayêye li Ermenîstanê Andrêya Vîktorîn qebûl kirîye.Wextê hevdîtinê, cîgirê serekwezîr daye dîyarkirinê,wekî kûrkirina pêwandîyên tevî welatên endamên Yekîtîya Avropayê pirseke sîyasîya Ermenîstanêye dere pêşin e.Ewî serda zêde kirîye,wekî azatkirina rêjîma vîzayêye tevî Yekîtîya Avropayê dîsa pirsa rojevêye girînge.Xeberdan usa jî derheqa parastina mîrasa ermenîye li Arsaxê, ya ruhanî, çandîda çûye.Cîgirê serekwezîr derheqa şuxulkarîya pevguhartina dîlada jî raber kirîye û gotîye, ku zûtirekê wê wî alîda gav bêne avîtinê.Alîyê ermenî bona pişgtgirîya hûmanîtarî razalixî elamî Yekîtîya Avropayê kirîye.