Sereke

Paşînyan hemsedirên koma Mînskê qebûl kirine

Nîkol Paşînyanê serekwezîr hemsedirên koma Mînskê Stêfan Vîskontî /Fransîya/, Êndryû Şofêr /ŞAY/, wekîlê baylozxana Rûsîyayêyî li Ermenîstanê Alêksêy Sînêgûbov û wekîlê sedirê Organîzeya Hevkarî û Bqezîyabûna Avropayê Ancêy Kasprşîk qebûl kirine. Serekwezîr seredana hemsedirên koma Mînskêye li herêmê, ya piştî şerê dijî Qerebagê, girîng hesab kirîye.Nîkol Paşînyan dasekinandina hevraxeberdanên nava formata koma Mînskêda pêwîst hesab kirîye, bi armanca helkirina pirsgrêka Qerebagê. Serekwezîr çawa pirsa here pêşin zelalkirna statûsa Arsaxê daye dîyarkirinê, bi hesabhildana girîngîya prînsîpa mafê xweqirarbûna arsaxîya, dêokûpasîya têrîtorîyayên Arsaxêye ji alîyê Adirbêcanêda dagirkirî, çareserkirina paşdahatina ermenîyên Arsaxêye li malên xwe, parastina mîrasa ruhanî û çandî.
Serokê hukumatê, teribandina borcdarîyên anegorî elametîya sêalî çawa tiştê gunehkarkirinê hesab kirîye, mînaka kîjanê kirinên provokasîyone 11-12-ê kanûnêye li ser xeta di navbera arsaxîya û azêrîya bû.Wextê hevdîtinê usa jî halê piştî şêr, destpêkirina şuxulkarîya hevraxeberdana, dasekinandina mafên arsaxîya û çareserkirina bêqezîyabûnê hatine gotûbêjkirinê.Em bîr bînin,wekî Stêfan Vîskontî û Êndryû Şofêr ji Adirbêcanê hatine Yêrêvanê, li kîderê rastî serokê Adirbêcnê Îlham Elîêv hatibûn. Wextê hevdîtinê, serokê Adirbêcanê elam kiribû, wekî koma Mînskê nava helkirina pirsgirêka Qerebagêda rola xwe nelîstîye û ewî jî hemsedir teglîfî li Bekûyê nekirine.Em bêjin,wekî hemsedirê koma Mînskêyî ji Rûsîyayê Îgor Popov ne çûye Bekûyê, ne jî hatîye Yêrêvanê.Cara dawîyê hemsedir pêşîya şêr hatibûne herêmê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button