Sereke

Serokbajara ji partîya HDP-ê cezayê girtina neh sala stendîye

Serokbajara Kocakê Rojda Nazliîêrê cezayê girtina neh sala stendîye.Ew seroka şaredarîya nehîya Kocakêyêye li Amedê /Dîyarbekirê/ bû, ya ku bi qirara wezîreta Tirkîyayêye karên hundur ji qulixê hatibû derxistinê û ew hatibû girtinê. Mehkemê ew nava wa gotî “bona endamtîya nava organîzeya têrorîstî”da gunehkar kirkîye.Şuxulkara kurde sîyasî, nava wê yekêda gunehkar dikin ku ew endama PKK-ê ye.Menîya wê yekê ew e,wekî Nazliêrê bona wê yekê gunehkar dikin wekî ew wextê derbazkirna cejina Newrozê hazir bûye û wî çaxî ew bi seredan çûye cem malbetên girtîyê sîyasî Zyûlkûfa Gezenê, ya meha adarêda, çawa nîşana protêstokirinê xwe kuştibû.Mehkemê ew yek înkar kirîye ku îzin tune wedê girtina wê bidine kêmkirinê, çimkî wa gotî “ew dikare xirabkarîya bike”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button