Sereke

Çar rojnamevanên kurd li Kirkûkê hatine girtinê

Hêzên Îraqêye bêqezîyabûnê çar rojnamevanên kurd girtine, yên ku dicêribandin bûyarên li provînsîya Kirkûkê belav bikin.Em bêjin,wekî wî çaxî binelîyên kurde li gundê Palkanê ji wir bidine derxistinê. Serokê yektîya rojnemavanên Kurdistanêye li beşa Kirkûkê Mahdî Zîrîyan gotîye BasNew -ê, wekî eskerê îraqîya girtin mîyaser kirine, çimkî ew naxwezin pirsgirêkên li gundê Palkanê bêne belavkirinê, çimkî ew yek guhartinên dêmografî pêşda tîne. Zîrîyan gotîye,wekî bi wê yekê erebîzasîya tê mîyaserkirinê û gavên hindava rojnamevanada jî ew gunehkar dikin. BasNew-ê ragîhandîye,wekî komeke erebaye ji provînsîyayên Îraqêye başûr li gundê Palkanê hazir bûye ku binelîyên kurde li wî gundî ji wêderê bidine derxistinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button