Sereke

Ermenîstanê dîsa çawa garanta bêqezîyabûna Arsaxê bimîne:Paşînyan

Komara Ermenîstanê wê dîsa çawa garanta Arsaxê bimîne.Derheqa wê yekêda, wextê hevpeyvîna tevî radîostaêsîya “Azay”-ê Nîkol Paşînyanê serekwezîr gotîye.
“Bona wê yekê jî Komara Ermenîstanê gerekê bibe welatekî qewîn û pêşkeftî.Em gerekê bêqezîyabûna xweye hundur bidine çareserkirinê, bêqezîyabûna sînorên xwe bidine çareserkirinê, bona ku ew yek tenê çawa elametî nîbe, lê rastî be.Ez dîsa dibêjim,wekî bêqezîyabûn tenê ya fîzîkî nîne, ya ku ya here girîng e.Bêqezîyabûna sosîyalî jî girîng e, usa jî ya êkonomîkî”,-Paşînyan gotîye.
Serekwezîr gotîye,wekî nava vî wedeyîda bi deha qirar hatine qebûlkirinê, yên ku bona dasekinandin û çareserkirina jîyana Arsaxêye her rojene.
“Bêqezîyabûna dêmografîk jî pirsgirêk e û roja îroyîn mecal tên xebitandinê ku meriv vegerine Arsaxê û xebitandina wan cedandina wê berdewam be.Cêrge program me mîyaser kirine, biryar qebûl kirine, yên ku tenê bona Arsaxê nînin, lê hene yên usa jî yên ku derheqa Arsaxêdanin”,-serekwezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button