Sereke

Hilbijartinên ji wede zûtir nikarin tenê bi xwestin û qirara min bên derbazkirinê:Paşînyan

Serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan daye dîyarkirinê,wekî li Ermenîstanê hilbijartinên ji wede zûtir nikarin tenê bi xwestin û bi qirara wî bêne derbazkirinê. Çawa ku Armênprêssê ragîhandîye, Paşînyan derheqa wê yekêda wextê hevpeyvîna tevî radîostansîya “Azay”-ê gotîye. Bi dayîna bersiva wê pirsê, ku bi rastî nava vî halîda nêzîkî aqila ye, wekî serekwezîr bê guhartinê, Paşînyan gotîye: “Pirs ew nîne ku serekwezîr dûrkeve, yan jî dûrnekeve, pirs ewe ku kî wê yekê qirar dike ku li Ermenîstanê serekwezîr kî ye. Cimet gerekê bijartina xwe qirarke, hilbijartinên ji wede zûtir nikarin tenê bi xwestin û qirara min bêne derbazkirinê.Bona wê yekê gerekê qayîlî bê destanînê”.
Bi xeberdana derheqa hildana cabdarîyê, Nîkol Paşînyan gotîye: “Ez dibêjim ku ez xwe hesab dikim cabdarê hejmara ewlin, lê hesab nakim gunehkarê hejmara ewlin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button