Sereke

Li beşa Xisabêrdê û Tagêra Kevin yazîya 73 meriva eyan nîne

Bi mecalên prêssayêye cuda-cuda înformasîyayên dijî hev belav dibin, yên ku didine dîyarkirinê,wekî li Xisabêrdê û Tagêra Kevin leşkerên ermenîye bê ser-berate undabûyî hene.Bi taybetî tê dîyarkirinê,wekî 171 merivê ser-berate undabûyîne, lê ew yek ne anegorî rastîyêye.
Wezîreta Arsaxêye parastinê elam dike,wekî li wir yazîya 73 merivî eyan nîne. Hema destpêkêda jî, bi piştgirîya aşîtîparêzên rûs xebat tên mîyaserkirinê ku yazîya wan leşkera bidine zelalkirinê”,-nava elametîyêda hatîye gotinê. Usa jî hatîye ragîhandinê,wekî bona lêkolînkirina wê yekê û avîtina gavên anegor serokê ştaba hêzên Ermenîstanêye sîlihkirî Onîk Gasparyan çûye Arsaxê.
“Derheqa wê yekêda, wê înformasîyayên derheqa gavên avîtî û encamên wanda bêne dayînê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button