Sereke

Li cem leşkerên azêrîya xerîte hatine dîtinê, kîjanada Komara Ermenîstanê çawa axa Adirbêcana dîrokî hatîye raberkirinê:parêzerê mafên mêriv

Parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv Arman Tatoyan rûpelê xweyî fêysbûkêda xerîtên li cem leşkerên azêrî dîtî raber kirine, kîjanada piranîya Komara Ermenîstanê çawa topraxa Adiribêcanêye dîrokî hatîye raberkirinê.
“Evana ew xerîtene, yên ku leşkerên azêrî tevî xwe digerînin. Nav van xerîtada piranîya Komara Ermenîstanê çawa axa Adirbêcanêye dîrokî hatîye hesabkirinê. Li cem wan usa jî nivîsar hebûne, bi kîjana hatîye gotinê,wekî eva welatê wan e.Hema bi saya vê propagandayê nava salên derbazbûyîda teşkîlkirî, nava civaka azêrîyada dijminatîya hindava ermenîya hatîye pêşdakişandinê”,-ewî nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button