Sereke

Bekû qebûl dike wekî 62 welatî dîl ketine:parlamêntvan

Parlamêntvana fraksîya “Gava min” fêysbûkêda nivîsîye, wekî hevdîtina wê û Sofîya Hovsêpyana parlamêntvan, ya tevî dê û bavên leşkerên ji Xisabêrdê dîlketî û fermandarê hêzên rûse aşîtîparêz Rûstam Mûradov, ser hevda hatîye.
“Wextê hevdîtinê ji alîyê gênêralda hatîye îzbatkirinê,wekî Bekûya fermî qebûl dike ku 62 welatîyên ji alîyê ermenîya dîl ketine. Ev yek bona bêqezîyabûna welatîyên me garantîya girîng e. Navnîşa dîlketîya teslîmî fermandarîya aşîtîparêza kirine, bona ku teslîmî alîyê azêrîya bikin.
Hevdîtina derbazbûyî îzbat kir,wekî ermenîyên dîlketî niha li Bekûyê ne. Nava êtapa mayînda wê wedê paşdahatina wan welatîya û qewilên paşdahatinê bêne gotûbêjkirnê”,-parlamêntvanê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button