Sereke

Pêwîst nîne ku ji barbara rehmê hîvî bikin:kûltûrzan derheqa pêşnîyara YÛNÊSKO-da

Bi fikira zana çandê Knarîk Mîrzoyanê, hemû kes bûne şedê wê yekê ku çawa wextê şêr dêrên ermenî û qîmetîyên çandî dihatine xirabkirinê û tunekirinê, bo wê yekê jî pêşeroja gelek heykela dîsa bin qezîyayêdane.
Bi gotina wê, pirs tenê Adirbêcanêva girêdayî nîne, çimkî niha nava gelek pirsada rola Tirkîyayê gelekî tê texmînkirinê.
“Heger gelek cara azêrî ji qanûnên sîstêmên navnetewî derketine, wî çaxî tiştê bûyînêye,wekî ew dikarin pêşnîyara YÛNÊSKO-ê jî înkarkin, îzinê nedin ku mîsîya teşkîletê li Arsaxê bê mîyaserkirinê.Hemû tişt li wan tê”,-zana çandê gotîye.
Bi fikira Mîrzoyanê, dêra ermenî, organên dewletê, yên ku dikarin alî helkirina pirsê bikin, gerekê yekbûyîbin. Mîrzoyanê gotîye,wekî gerekê hîvî ji aşîtîparêzên rûs bikin ku nava vê pirsêda ew jî tevbin, îzinê nedin wekî heykelên ermenîye li Arsaxê û li dor-bera bi temamî bêne xirabkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button