Sereke

Qerebag cîhê bona êkstrêmîstên Rojhilata Navîn nîne: cîgirê wezîrê Rûsîyayêyî karên der

Li nehîya Qerebagê gerekê çekdarên êkstrêmîst tunebin. Derheqa wê yekêda cîgirê wezîrê Rûsîyayêyî karên der Olêg Sîromolotov gotîye. Bi gotina wî, tevbûna çekdarên ji Rojhilata Navîne tevî opêrasîyonên li Qerebagê îzbatkirîye û ew yek me tenê îzbat nekirîye.
“Nêzîkî 2OOO hezar kirêkirî hebûne. Me destpêkêda xemgînî elam kir,wekî li wir çekdarên êkstrêmîste bi îdêolojîya cîhadîzmê hene. Tabîya meye hindava wan nehatîye guhartinê. Ew gerekê li wir nîbin”,- Sîromolotov gotîye.
Em bêjin,wekî me pêşda dabû dîyarkirinê,wekî Tirkîya ji bakûrê Sûrîyayê çekdarên kirêkirî şandine Adirbêcanê ku dijî Arsaxê, Ermenîstanê şerkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button