Sereke

Rojnama îsrayêlî: Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî wê îdarên xweye dîplomatî ji Begdayê cîguhastî Hewlêrê bike

Prêssa Îsrayêlê texmîn dike,wekî Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî wê îdarên xweye dîplomatî ji Îraqê cîguhastî Kurdistanê bikin.Anegorî miqala rojname «The Jerusalem Post» -ê, ya ku rojnameke Îsrayêlêye eyan e, hatîye gotinê,wekî piştî ketina rêjîma BAAS-ye sala 2OO3-a heya niha, li Kurdistanê tu leşkerekî amêrîkî nehatîye êrîşkirinê.
Miqalêda hatîye gotinê,wekî ŞAY li Hewlêrê konsûlxana here mezin çê kirîye, lê pêwandîyên di navbera Waşîngtonê û Hewlêrêda jî gelekî qewînin, û bi texmîn ŞAY wê îdarên xweye dîplomatî ji Begdayê cîguhastî li Hewlêrê bike.
Rojekê pêşda li zona Begdayêye Kesk, bi rokêtê derb gîhandine avayîhê baylozxana ŞAY. Dêpartamênta ŞAY-ye dewletê nava wê yekêda rezedilvanên îranî gunehkar kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button