Sereke

Niha heyşt qulixçîyên leşkerîye birîndar hene, yên ku ji fosfora sipî şewitîne û halê wan giran e:Zohrabyan

Niha heyşt qulixçîyên leşkerîye birîndar hene, yên ku ji fosfora sipî şewitîne û halê wan giran e. Leşkerên mayîn yên ku ji fosfora sipî şewitîbûn îdî ji nexweşxanê derketine, lê prosêsa qencbûnê wê hê dirêj bikişîne. Dereqa wê yekêda Naîra Zohrabyana parlamêntvan, fêysbûkêda nivîsîye.
“Îro ez çûme merkeza nexweşên şewitî. Li nexweşxanê hê heyşt leşkerên ji fosfora sipî şewitî hene,halê kîjana giran e. Leşkerên mayîne zyanêketî îdî ji nexweşxanê derketine, lê ewê hê wedekî dirêj prosêsa qencbûnêra derbazbin. Fosfora sipî sîlihê kîmîyayî ye, yê ku Adirbêcanê nava vî şerîda da xebatê.Xebitandina sîlihê kîmîyayî, anegorî hemû konvênsîyayên navnetewî, tê hesabê çawa xirabkarîya leşkerî.Nava vî şerê Arsaxêda, hemû şedetîyên derheqa xebitandina fosfora sipî, min şandine sîstêmên navnetewî.Adiribêcan gerekê çawa xirabkara leşkerî bê naskirinê”,-Zohrabyanê nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button