Sereke

Ûrîxanyan pêşnîyar dike ku tevî Rûsîyayê dewleta yekbûyî sazkin

Partîya “Alyans” pêşnîyar dike ku helkirina hemû pirsgirêkên cimeta ermenî bi rêya sazkirina dewleta yekbûîye tevî Rûsîyayê bê mîyaserkirinê. Derheqa wê yekêda rêberê partîyayê Tîgran Ûrîxanyan wextê civînê elametîya wî cûreyî belav kirîye.
“Gelek meriv dipirsin, ku gelo bi wê yekê Ermenîstanê bikeve nava teşkîla Rûsîyayê. Na xêr. Ew yek dide kifşê, ku yektîya ortedewletî sazkin. Wî çaxî Ermenîstanê dîsa çawa endama Organîzeya Netewên Yekbûyî bimîne, çawa welatekî serbixwe wê bimîne, yê ku eskerê xwe dide qewatkirinê û sîyasîya xweye der jî pêşda dibe. Hemû xeberdanên mayîn yên nezanîyêne”,-ewî gotîye.Bi gotina wî, nava qewilên krîzîsêda piştgirîya Rûsîyayê pêwîst e, ya ku gerekê bi konkrêt bê kifşê. Heger rastî mecbûr dike, ku li herêmê hazirîya aşîtîparêzên rûs hebe, bazayên leşkerî hebin, yan li Ermenîstanê, yan jî li Arsaxê, wî çaxî gava bi sirê gerekê ew be,wekî bi cûrê yekbûyî hêzên sînorxweykire tevayî bên sazkirinê.
Bi wê yekêva tevayî, Ûrîxanyan hesab dike ku Nîkol Paşînyan û hukumata wî gerekê dûrkevin.Hukumata nû gerekê bê sazkirinê, endamên kîjanê cêribandî bin, wekîlên “rêjîma berê” nîbin û yên ku dikarin sîyasîya dere kardar pêşda bibin. Bi gotina wî, partîya “Alyans” dewa guhartina serokatîyê dike, lê tevnebûyîna tevî mîtîngên opozîsîyayê nade kifşê, wekî ew naxweze tevî wê şuxulkarîyê bibe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button