Sereke

Qayîlnivîsara sêalî ya mecbûrkirîye:ev yek helkirina pirsa Arsaxê nîne

Nava qayîlnivîsara sêalîye nehê mijdarê îmzekirî, tu tiştekî kardar bona ermenîya tune.Derheqa wê yekêda parlamêntvanê fraksîya “Gava min” Hovhannês Îgîtyan gotîye rojnamevana.
“Tu kes bila li wir tiştekî bona ermenîya kardar negere.Bona kara ermenîya tenê Rûsîya dibêje ya ku hesab dike wekî ew cûrê tek-tenê bû, bo ku jîyanên çend hezar ermenîya xilazkin. Ez dikarim wê yekêra qayîlbim, lê gilî derheqa wê yekêda nîne.Heger em fem bikin wekî ev elametî nava encamên agrêsîya Tirkîyayê, Adirbêcanê û teribandina mafê navnetewîda hatîye mîyaserkirinê, wî çaxî gilî derheqa çi karêdane? Li wir hevraxeberdan tunebûne wekî em wextê hevraxeberdana bêjin, ku alîk hevraxeberdan derbaz kirine.Usa nebûye, ew yek elametîya borcdarkirî bûye”,- Hovhannês Îgîtyan gotîye.Bi gotina wî, niha gerekê bi dengê bilind bêjin,wekî ew yek mecbûrkirîye û ya heq nîne.Îgîtyan daye dîyarkirinê,wekî eva helkirina pirsa Arsaxê nîne.Îgîtyan gotîye wekî Adirbêcanê hemû rêzolyûsîya teribandine û cêribandîye pirsê bi rêya leşkerî helke. Û ew yek nade kifşê,wekî pirsa statûsa Qerebagê ji navberê derketîye.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button